Barrack: Emerîka pabend e bi kar li gel Turkiyê ji bo aramiya Sûriyê

Barrack: Emerîka pabend e bi kar li gel Turkiyê ji bo aramiya Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku welatê wî pabend e bi kar li gel Turkiyê bo bihêzkirina aramiya herêmî di nav de ya Sûriyê.

Tom Barrack ev yek li ser tora ”X” ragihand û diyar kir ku Emerîka hevpariya xwe ya bihêz li gel Turkiyê bilind dinirxîne.

 

 

Daxuyaniya Tom Barrack tê piştî civîna wî li gel Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li Enqerê.

Derbarê wê civînê, Wezareta Derve ya Turkiyê ragihand ku Fîdan li Enqerêcivînek li gel Tom Barrack encam da bê ku tu zaniyariyên zêdetir belav bike.