Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa rewşa Iraq û deverê gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransa li Bexdayê Patrick Durel civiyan.
Di daxuyaniyekê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Me li gel birêz Patrick Durel rewşa Iraqê, hewl û gotûbêjiyên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê gotûbêj kirin".
Daxuyaniyê da zanîn "Di civînê de her weha pêşhateyên dawiyê yên deverê hatin gotûbêjkirin".