Nêçîrvan Barzanî: Me hewlên rawestandina şer li Helebê kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di civînekê de li gel Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel, rewşa Sûriyê, rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê û peywendiyên herdu aliyangotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, "Herdu aliyan dilgiraniya xwe derbarê rewşa aloziya deverê de anîn ziman û li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiya li herêmê û çareserkirina kêşeyan bi diyalog û rêyên dîplomatîk hevnerîn bûn".
*Hewlên rawestandina şer
Derbarê pêşhatên Sûriyê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her piştgiriyekê li mafên gelê Kurd û hemû pêkhatên li Sûriyê dike, "Ji destpêka bûyerên Helebê ve, li gel hemû aliyan di hewlê de bûn ji bo rawestandina şer û parastina ewlehiyê û di hewldanên xwe yên ji bo aramkirinê de, berdewam in".
*Fransa pesna Kurdistanê dide
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransa li gel piştgiriya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, pesna hewldanên Serok Nêçîrvan Barzanî yên bi navê parastina aramî û ewlehiyê de da. Her weha tekez li ser girîngiya bilezkirinê di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.