UN pêşwaziyê li peyama serok Barzanî ya parastina penaberên Sûrî dike

UN pêşwaziyê li peyama serok Barzanî ya parastina penaberên Sûrî dike

Welat TV - Hewlêr

Komisyona bilind a Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Penaberan li Iraqê pêşwazî li peyama Serok Mesûd Barzanî derbarê parastina penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê kir.

Îro Komisyona bilind a Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên penaberan li Iraqê belav kir ku ew pêşwaziyê li peyama Serok Barzanî derbarê girîngiya parastina penaberên Sûrî li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Komisyonê da zanîn ku, zêdetirî 308 hezar penaberên Sûrî li Iraqê li cem wan tomarkirî ne. Piştevanî û dilovanî ji bo parastina kesên ji ber şer koçber bûne û reviyane, bingeh in. 

Di dawiyê de komisyonê tekez kir ku, ew ê di gerentîkirina keşûhewayeke ewleh û birûmet de ji hemûyan re berdemam bin.

12 Çileyê Serok Mesûd Barzanî hilmetên li dijî Erebên Sûrî yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin red kirin û banga parastina wan penaberan kir.