El-Şeri´: Baweriya min bi mafê Kurdan heye û divê ew beşdariyê di dezgehên hikûmî de bikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz ragihand ku baweriya wî bi mafên Kurdan li Sûriyê heye û ew dixwazin Kurd beşdariyê di dezgehên hikûmetê de bikin.
Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku rizgarkirina Sûriyê yekem karvedan bû li ser stemkariyên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din.
El-Şeri´ got jî ku "di salên şoreşê de min li gor karînan kar kir ji bo parastina Kurdan tevî ku ew li derveyî deverên di bin kontirola wan de bûn li Bakurê Rojavayê Sûriyê (Efrîn)".
Ehmed El-Şeri´ diyar kir ku baweriya wî bi hemû mafên Kurdan li Sûriyê heye û ew bi hemû karînên xwe kar dike ji bo vê yekê.
Li gorî El-Şeri´ Kurd tevlî rewşa Sûriyê bûne û ew dixwazin Kurd beşdariyê di artêş, hêzên ewlehî û perlemanê de bikin.