Hejmareke ciwanên Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin serbestberdan

Hejmareke ciwanên Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlekariya Helebê hejmareke ciwanên Kurd ku di çend rojên bûrî de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibûn girtin, ji zindanan serbest berdan.

Serkirdayetiya Asayişa Navxwe ya Helebê ragihand, wan hejmareke girtî ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çekên xwe radestî hêzên Hikûmetê kirin û şer nekirin, û xwe radest kiribûn, serbest berdan.

Di çend rojên bûrî de, Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi dehan ciwanên Kurd li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi tohmeta endamtiya HSDê girtibûn, heta niha jî çarenivîsa gelek kesan ne diyar e.

*"120 sivîl wenda ne" 

Rêxistina Sûriyên Ji Bo Rastî û Dadweriyê ji Welat TV re ragihandibû ku 120 sivîl ji nişteciyên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn wenda ne. Ji nav 120 sivîlan, 8 jin in û 4 zarok in her weha beşek ji wan endamên malbatekê ne, û hemû jî ji şêniyên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.