Siyasetmedar: Sûriyê ber bi perçebûnê ve ye û divê Kurd yekdest bin

Welat TV - Hewlêr 

Siyasetmedarê Kurd Hesen Salih, diyar ku ku di dema hestiyar de ji Kurdan tê xwestin yekdest bin û nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Salih di çarçoveya beşdariya xwe di bernameya Rojeva Welat de got, "Di lihevkirina Parîsê de, Israîl bi Başûrê Sûriyê, bi 3 parêzgehan hat razîkirin, li hemberî wê, Turkiyê herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji destê HSD derxistin".

Salih li ser liv û tevgerên leşkerî li Dêr Hafir û Meskenê axivî û got, "Ne diyar e şer di vir de radiweste lê na, lê metirsî pir in, û divê em van metirsiyan berçav bigirin û paşguh nekin, ji ber ku çavên Turkiyê li deverên me ne".

Siyasetmedarê Kurd Hesen Salih tekez kir, "Divê hişê me were serê me û em yekdest û hevdest bin, û hevdu bigirin û yek biryar û helwest bin".

*"Rêkeftina 10 Adarê pûç bûye"

Ji aliyê xwe ve Nûnerê MSD Rizgar Qasim da zanîn, "Bi êrîşa li ser herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hikûmeta Şamê rêkeftina 10 Adarê pûç kir û ji nav bir".

Qasim diyar kir, ku "Ji dema şerê Şêx Meqsûd de, tu civîn di navbera HSD û Şamê de nehatine lidarxistin her weha têkilî jî çênebûne, dawîn civîn di 4 mehê de bû. Her civîneke bê dê bi serpireştiya Hêzên Navdewletî be".

Rizgar Qasim tekez kir, "Sûriyê ber bi perçebûn ve diçe, dê bibe 4 perçe û bûyerên ku niha rû didin, nîşanên wê nexşeriyê ne".

*"Divê Efrîn neyê jibîrkirin" 

Di dawiyê de siyasedtmedarê Kurd Hesen Salih hevnerîn bû li gel nerîna Qasim li ser perçebûna Sûriyê, û got, "Divê Efrîn neyê jibîrkirin, û fedraliya Kurdan divê ji Dêrikê ta bi Efrînê be".