Joe Wilson rola Serok Barzanî di kêmkirina girjiyan de li Sûriyê bilind dinirxîne
Welat TV - Hewlêr
Kongresmanekî Emerîkî ragihand ku pêwendiya Serok Barzanî û El-Şeri' roleke sereke di kêmkirina girjiyan de li Sûriyê lîstiye.
Joe Wilson endamê Kongresa Emerîkî di daxuyaniyekê rojnamevanî de got ku peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' de, gelek giring bû ji bo aramkirina rewşê li Sûriyê.
Li aliyekî din Wilson got ku "ezmûna Herêma Kurdistanê dikare bibe nimûneyeke baş ji bo Kurdan li Sûriyê ku di nava çarçoveya dewleta Sûriyê de, xwedî şêwazekê ji xweserî û statuyeke taybet bin".
Daxuyaniyên Joe Wilson piştî şerûpevçûnên herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê, û encamdana pêwendiyeke telefonî di navbera Serok Barzanî û serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' de, tên.
►Her weha bixwîne.. Naveroka pêwendiya Serok Barzanî li gel El-Şeri'