Fîdan: Bihêvî ne pirsgirêka Hikûmetê û HSD bi aştiyane çareser bibe

Fîdan: Bihêvî ne pirsgirêka Hikûmetê û HSD bi aştiyane çareser bibe
Fîdan: Bihêvî ne pirsgirêka Hikûmetê û HSD bi aştiyane çareser bibe

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Türkiye ragihand ku ew hêvî dikin pirsgirêka Hikûmeta Sûriyê û HSD bê bijardeyên leşkerî çareser bibe.

Hakan Fîdan di kongireke rojnamevanî de got ku "girêdana HSD bi PKK ve bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê ya li gel Hikûmeta Sûriyê" asteng dike.

Got jî ku ew hêvî dikin pirsgirêka Hikûmeta Sûriyê û HSD bi rêyên aştiyane û dûrî bijaredeyên leşkerî were çareserkirin.

Li gorî gotina wezîrê Derve yê Turkiyê, "hebûna HSD li rojavayê Feratê di nav de Dêr Hafir û deverên din, ne yasayî ye".

Fîdan got jî ku "divê HSD di zûtirîn dem de biryarên rêkeftina 10ê Adarê bi cî bike".