Xêrxwaziya Barzanî bi hemahingî li gel (Khalsa Aid) alîkariya nişteciyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dike
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemahingî li gel dezgeha Khalsa Aid alîkariyên bilez pêşkêşî nişteciyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin.
Xêrxwaziya Barzanî bi hemahingî li gel dezgeha Khalsa Aid îro alîkariyên bilez pêşkêşî 1000 malbatî ji nişteciyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku ji Efrînê vegeriyayî kirin.
Ew alîkarî selikeke kelûpelên xwarinê û yên din ji bo her malbateke vegeriyayî li xwe digirin.
Piştî rawestiyana şerûpevçûnên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê, nişteciyên herdu taxan ên ku derbiderî Efrînê bûbûn vedigerin warê xwe.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî duh karwanê sêyem ê vegera derbiderên herdu taxan ku derdora 1000 kesî li xwe digirt bi hemahingî li gel Rêveberiya Devera Efrînê, rêk xist.
Zêdetirî 100 hezar kesî wate 90% ji derbiderên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên ku ji ber şerûpevçûnan ji taxên xwe derketin, berê xwe da Efrînê û piraniya wan li cem kesûkarên xwe bi cî bûn, bi tenê derdora 200 malbatî li 2 kampan hatin bicîkirin, ji dema gihiştina yekem grûpa derbideran bo Efrînê ve, Xêrxwaziya Barzanî alîkariya wan dike.