HRW: Divê encamderên binpêkirinên Helebê werin dadgehkirin

HRW: Divê encamderên binpêkirinên Helebê werin dadgehkirin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî ragihand ku lêpirsîn û dadgehkirinên cidî ji encamderên binpêkirinên li dijî pêkahteyên Sûriyê, çênabin û ziyana herî mezin a bilindkirina asta girjiyên leşkerî sivîl dibînin.

Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de diyar kir, di şerê di navaber HSD û Hikûmetê de, 23 kesan canên xwe ji dest dane, û bêtirî 100 hezar sivîlî derbider bûne, û divê encamderên binpêkirinan werin dadgehkirin.

Human Rights Watch da zanîn, tişta ku li Helebê çêbû berdewamî ji tundûtûjiya di sala bûrî de bû, ta niha çaksaziyên cidî di karta ewlekariyê de li Sûriyê çênebûne, û ev yek metirsiyê ji dubarebûna binpêkirinan li dijî pêkahteyan çêdike.

Rêxistina Human Rights Watch da zanîn, bicîkirina dadweriya veguhêz û çêbûna lêpirîsnên rasteqîne, mercên herî sereke ji bo bidawîhatine tundûtûjiyê ne, û avakirina seqamgîriyeke durist ku hemû Sûrî di çarçoveya wê de werin parastin.