Naveroka civîna ENKS û PYD

Welat TV - Hewlêr 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS, naveroka civîna xwe li gel şanda PYD, diyar kir û got, li ser daxwaza PYD civîn hat lidarxistin.

Desteya Serokatiya ENKS di daxuyaniyekê de got, di civînê de bûyerên biêş ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser pêwîstiya vegera derbideran û çareseriyên aştiyane û girtina rêya diyalogê hat kirin.

*"Divê deverên Kurdî ji şer werin dûrxistin"

Daxuyaniyê diyar kir ku di civînê de, pêşhatên meydanî, siyasî yên girêdayî bûyerên Helebê hatin gotûbêjkirin, tê de tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina welêt û deverên Kurdî ji girjî, nakokî û şerûpevçûnên ku ziyanê digihînin aştiya civakî, hat kirin.

*Şanda Kurdî

Civînê tekezî li ser vekirina derfetê li pêş şanda Kurdî ya hevbeş kir, da ku danûstandinan li ser mafên netewî yên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê kir, ew jî di çarçoveya nerîna siyasî ya Kurdî ya hevbeş û yekîtiya welêt de bike.

*Lêvegera Kurdî 

ENKS di civînê de, pêşniyar kir ku divê karekî cidî ji bo damezrandina lêvegereke Kurdî yekgirtî û ektîv were kirin, ku bikarbe nûnertiya Kurdan û bihêzkirina rola wan li welêt bike.

*Sûriyayeke pireng û nenavendî

Desteya serokatiya ENKS di civîna xwe ya li gel PYD de tekezî li ser çareseriyên siyasî kir ku bijardeya herî guncaw ji bo çareserkirina hemû doseyan e, her weha tekez kir ku yekhelwesta Kurdî, û karê siyasî ya hevbeş a li ser bingeha hevparî û hevsengiyê, ji bo avakirina Sûriyayeke pireng û nenavendî, gerantorê parastina mafên gelê Kurd û bihêzkirina rola wan di pêşeroja Sûriyê de ye, tê de aramî, ewlehî û seqamgîrî bi cî bibe.