Lindsey Graham: Dilgiran in ji hevpariya hikûmeta Sûriyê û Turkiyê di şerê li dijî Kurdan de

Lindsey Graham: Dilgiran in ji hevpariya hikûmeta Sûriyê û Turkiyê di şerê li dijî Kurdan de

Welat TV - Hewlêr

Endamê Encûmena Pîran a Emerîkî Lindsey Graham yê nêzîkî serokê Emerîka Donald Trump da zanîn ku ew dilgiran e ji hevpariya hikûmeta Sûriyê û Turkiyê di şerê li dijî Kurdan de li Sûriyê.

Sînator Lindsey Graham li ser tora ”X” got ku ew dilgiran e ji hevpariya hikûmeta Sûriyê û Turkiyê û bikaranîna hêza leşkerî li dijî Kurdan, hevparên Emerîka yên herî bihêz di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê.

Graham diyar kir ku 9000 girtiyên rêxistina DAIŞ a terorîst li deverên Kurdî hene û ji bejewendiya Emerîka ye ku ew di zindanan de bimînin û venegerin qadên şer careke din.

Sînatorê Emerîkî her weha got jî ew piştevaniya dana derfetekê bo hikûmeta Sûriyê ya nû dike lê eger êrîşên li dijî Kurdan ji aliyê grûpên bi ser Turkiyê ve zêde bibin, ew yek dê rewşeke nû çêbike.

Li gorî Graham, piştevaniyeke berfireh û kûr ji aliyê herdu partiyên sereke yên Emerîka (Partiya Komarî û ya Demokrasî) ve bo rawestiyanê li pêş vî karî heye û da zanîn ku eger kesek hizir bike ew an hevkarên wê dê dilrihet bin ji zêrevaniya artêşa Sûriyê yan Turkiyê ji girtiyên DAIŞê re li cihê Kurdan ew şaş e û divê baş hilbijêre.