Çalakvana Sûrî Sara Mardîn ji tometa bazirganiyê bi mirovan rizgar bû
Welat TV - Hewlêr
Çalakvana Sûrî Sara Mardînî piştî derdora 7 salan ji tometa bazirganiyê bi mirovan rizgar bû.
Li girava Lîsbos a Yonanê pişt mehekê ji destpêkirina rûniştinên dadgehkirinê, Sara Mardînî û 23 kesên din ji tometa bazirganiyê bi mirovan rizgar bûn.
Ew doz li dijî wan sala 2018an hate vekirin û tometa wan ew bû
“avakirina rêxistineke tawankar” û derbaskirina koçberan bi awayekî ne yasayî bo Yonanê.
Sara Mardînî bi biryara dadgehê kêfxweş e û dibêje: Eger alîkariya xelkê tawan be, em tawankar in.
Sean Binder tometbarekî wê dozê, ku regeznameya xwe Inglîzî ye, dibêje: Nabe mirov were dadgehkirin li ser rizgarkirina koçberan.
Parêzer Ioannis Naziris ku berevanî di ber wan kesan de kiriye dibêje ku ew tomet ne di cihê xwe bû lê piştî 7 salan ew gihiştin daweriyê.
Sara û xwîşka xwe ku herdu di werzişa melevaniyê de li Sûriyê navdar bûn, sala 2015an hin koçber ji binavbûnê di navbera Turkiyê û Yonanê de rizagar kirin û vê yekê deng veda li cîhanê û Fîlma “The Siwimers” sala 2022yan li ser çîroka wan hate çêkirin.
Sala 2018an Sara weke xwebexş li gel hejmarek kesên din bi rêxistina Êrsî ya nehikûmî re li girava Lîsbos a Yonanê kar dikir ji bo rizgarkirina koçberên Sûrî, wê demê Sara hate giritn û 3 mehan di zindanên Yonanê de ma û niha li Elmanya dimîne.
Ji 2018an ve doza baziraganiya bi mirovan li dijî wan vebûye û îsal hate girtin.