Netewên Yekgirtî: Hîn 58 hezar kes ji welatiyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koçber in

Netewên Yekgirtî: Hîn 58 hezar kes ji welatiyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê koçber in

Welat TV - Hewlêr

Netewên yekgirtî ragihand ku hîn 58 hezar ji ber şerûpevçûnên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê koçber in û 2.5 milyon dolar ji bo koçberan hatine destnîşankirin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ferhan Heq di kongireke rojnamevanî de got ku ji ber şerûpevçûnên vê dawiyê yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hîn 58 hezar kes koçber in, û 90 hezar koçber jî vegeriyane malên xwe. 

Ferhan Heq da zanîn jî ku Sindûqa Mirovî ya Sûriyê û Sindûqa Sînorê Sûriyê 2.5 milyon dolar ji bo alîkariya koçberan destnîşan kirine.

Li gorî Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ew alîkarî bi rêya rêxistinên nehikûmî dê li ser koçberên ku li Heleb, Efrîn û Idlibê bi cî bûne, werin dabeşkirin.

Ferhan Heq diyar kir ku ew û hevbeşên xwe yên warê mirovî, alîkariyên xwarin, derûnî û civakî ji bo malbatên koçber û yên nû vegeriyane pêşkêş dikin.

►Her weha bixwîne.. HRW: Divê encamderên binpêkirinên Helebê werin dadgehkirin