Xalên mersûma Ehmed El-Şeri’ derbarê miletê Kurd li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ duh 16ê Çileya 2026an, mersûma jimare 13 derbarê miletê Kurd derxist.
Mersûm ji 7 xalan pêk tê û li ser bingeha xalên ragihandina destûrî hatiye derxistin û li gorî deqa mersûmê ji bo bihêzkirina yekbûna niştîmanî û danpêdanê bi mafên çandî û sivîl e.
*Xalên mersûmê
*Xala yekemîn: Welatiyên Sûrî yên Kurd beşekî sereke û resen in ji miletê Sûriyê, û nasnameya wan ya ziman û çandî beşeke nayê dabeşkirin ji nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya pireng û yekgirtî ye.
*Xala duyem: Dewlet bi parastina pirengiya çandî û zimanî pabend e, û gerentiyê dide welatiyên Kurd di vejandina kultur, huner û pêşxistina zimanê wan yê dayik de, di çarçoveya serweriya niştimanaî de.
*Xala Sêyem: Zimanê Kurdî zimanekî niştimanî ye, rê tê dan ji bo xwendina bi zimanê Kurdî li dibistanên Hikûmî û taybet li deverên ku rêjeya Kurdan lê berçav e, wek beşekî ji rêbazên xwendinê yên hilbijartî, yan jî çalakiyeke rewşenbîrî û fêrkirinê.
*Xala çaremîn: Kar bi hemû yasa û rêkarên awarte yên girêdayî serjimêriya sala 1962an li parêzgeha Hesekê tê rawestandin, û nasname bo hemû welatiyên Kurd li Sûriyê tê dan, ji wan jî kesên Mektûm, û ew ê di mafan û erkan de yeksan bin.
*Xala pêncemîn: Cejna Newrozê 21 Adarê bêhinvedana fermî ye li seranserî Sûriyê, weke cejneke niştimanî ku nîşana Buhar û biratiyê ye.
*Xala Şeşemîn: Dezgehên dewletê yên ragihand û perwerdeyê dê pabend bin bi gotareke niştimanî giştgir, û hemû awayên cudabûn û dûrxistinê li ser bingeha regez û ziman qedexe ne û her kesê handana fitneya taifî û netewî bike, dê li gorî yasayên karpêkirî were sizadan.
*Xala heftemîn: Wezarat û aliyên pêwendîdar dê rêkarên cîbicîkar yên pêwîst ji bo bicihkirina xalên vê mersûmê derxînin.