Emerîka hişyariyê dide Ehmed El-Şeri’: Em ê sizayan vegerînin
Welat TV - Hewlêr
Rojnameyeke Emerîkî ragihand ku cîgirê serokê Emerîka bi serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ re pêwendiyeke telîfonî encam daye, û hişyarî daye wî eger girjiyên leşkerî bi HSD re ranewestin, Emerîka dê sizayan careke din li ser Sûriyê bisepîne.
Rojnameya The Wall Street Journal a Emerîkî di raportekê de diyar kir, cîgirê serokê Emerîka James David Vance bi rêya pêwendiyeke telefonî re li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ dawîn rewşa ewlehî û leşkerî li Sûriyê gotûbêj kir.
The Wall Street Journal da zanîn, Vance ji El-Şeri’ xwest ku girjiyên leşkerî yekser bi dawî bîne, û xwest ku hemû doseyên girêdayî Kurdan bi rêya diyalogê û rêyên aştiyane çaresr bibin.
Li gor rojnameyê, James David Vance hişyarî daye El-Şeri’ ku eger bilindkirina asta leşkerî berdewam bibe, û pêleke nû ya derbideriyê çêbibe, eger heye Waşinton careke din sizayên abûrî ser Sûriyê bisepîne.