Baregeha Barzanî... Navenda Biryar û Faktora Çareseriya Qeyranan

Baregeha Barzanî... Navenda Biryar û Faktora Çareseriya Qeyranan

Civîna di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barrack, nûnerê Serokê Emerîkayê li Sûriyê, li Baregeha Barzanî û bi amadebûna Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ne bûyereke hêsan û asayî ye û divê bi çavekî derbasbûyî yê sade neyê dîtin. Civînê peyameke zelal û bihêz a siyasî hebû ku pêwîst e li ser were sekinandin.

Baregeha Barzanî bûye navendeke neteweyî ya sereke û bandorker ji bo derxistina biryarên mezin û çareserkirina qeyranên siyasî yên hestiyar li Kurdistanê û navçeyê de. Di demekê de ku gelek kes û alî nekarîn, an jî nexwestin bi berpirsiyarane ji bo çareserkirina girjî û aloziyên li Rojavayê Kurdistanê kar bikin, Cenabê Serok Mesûd Barzanî bi zanatî û ezmûna xwe ya dirêj a siyasî, careke din ew yek bi guhên dost û neyaran da, ku ew kilîda çareseriyê û piştgiriya doza rewa ya neteweya Kurdistanê ye li her çar parçeyên Kurdistanê û Cenabê wî îspat kir ku dikare aliyên cuda li ser maseya gotûbêjan de kom bike.

Hilbijartina Baregeha Barzanî û amadebûna rasterast a Cenabê Serok Barzanî di civînê de, nîşana wê yekê ye ku ti çareseriyeke rastîn ji bo qeyranên Kurdistanê bêyî rola Barzanî û vê navenda siyasî ya Kurdistanî û girîng nayê birêvebirin. Ev bûyera girîng careke din ew yek piştrast kir ku Serok Barzanî yekane serokê bilind ê siyasî yê Kurd û Kurdistanê ye; serokekî ku sînorên Herêma Kurdistanê derbas kiriye û rêz li raya wî li navçeyê û navendên navneteweyî hatiye girtin û rêzdar roleke mezin di guhertinên Rojhilata Navîn de heye.

Ya girîng ew e ku Serok Barzanî her dem hewl daye ku çareserî dûrî şer û tundûtûjiyê, bi rêya diyalog, hevsengiya siyasî û parastina berjewendiyên neteweyî bin. Di demekê de ku navçe tijî nakokî û pevçûn e, ev cure civînên li Baregeha Barzanî eşkere dikin ku ev cih ne tenê baregeheke asayî ye, lê belê navenda hêz, biryar û arasteya siyasî ye, lewra jî, Serok Mesûd Barzanî ji ber ezmûna xwe, serweriya siyasî û têgihîştina xwe ya kûr ji guhertinan, hîn jî wekî hêviyeke rastîn ji bo neteweya Kurd li her derê tê dîtin. Kesayetiya Serok Barzanî bi ezmûna dirêj a di birêvebirina gengeşe û hevsengiyên herêmî de, hîn jî wekî faktora aramî û navenda çareseriyê tê dîtin.

Di vê nêrînê ve, dikare bê gotin ku Serok Mesûd Barzanî ji bo neteweya Kurd li hemû cîhanê hêviyeke rastîn e, ji ber ku projeya siyasî ya rêzdar cenabê wî li ser hest û hestiyariyê nehatiye damezrandin, belkî li ser rastiya siyasî, diyalog û parastina bingehên neteweyî hatiye damezrandin. Lewra jî Baregeha Barzanî dê bibe xaleke sereke ji bo her hewldaneke rastîn ji bo çareserkirina qeyranan û avakirina dahatûyeke aram ji bo Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a nû de.

Qehreman Osman Master di Yasaya Navneteweyî de