2350 malbatên koçberkirî yên Efrînê ji Tebqayê gihiştin Cizîrê

Welat TV - Hewlêr

Zêdetirî 2300 malbat ji koçberkiriyên Efrînê yên li Tebqayê gihiştin Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Jêderekê ji komîta koçberkiriyên Efrînê da zanîn ku 2350 malbat ji kampên Tebqayê gihiştin Cizîrê.

Li gorî wê jêderê, ew koçberkirî li bajarên Amûdê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bi cî bûn.

Jêderê diyar kir ku ew malbat di dibistan û mizgeftan de bi cî bûne.

Malbatên ji Tebqayê gihiştin Cizîrê niha di rewşeke xerab de ne.

►Her weha bixwîne.. Rêveberiya Xweser serferberiya giştî ragihand