14 xalan li xwe digire.. Rêkeftina rawestandina şer di navbera HSD û hikûmetê de
Welat TV - Hewlêr
Rêkeftina raswestandina şer bi temamî di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz de piştî çend rojan ji şerûpevçûnan hate îmzekirin.
Serokatiya Sûriyê îro ragihand ku Ehmed El-Şeri´ Serokê Sûriyê rêkeftina rawestandina şer a ku ji 14 xalan pêk tê îmze kir, xalên rêkeftinê jî ev in:
*Rawestandina şer bi awayekî yekeser û giştgir li hemû bereyan di navbera hêzên hikûmetê û HSDê de hevdemê vekşîna hêzên HSDê bo devera Rojhilatê Feratê weke gaveke destpêkî ji bo dubare belavbûnê.
*Radestkirina parêzgehên Reqa û Dêra Zorê bi awayekî yekser li ser astên rêveberî û leşkerî bi temamî, ev xal hemû dezgeh û saziyên sivîl li xwe digire li gel derxistina biryarên demlidest ji bo bicîkirina karmendên wan dezgehan di nava wezaretên dewletê de.
*Pabendbûna hikûmetê bi êrîşnekirinê li ser karmend û çekdarên HSD û rêveberiya sivîl li herdu parêzgehan.
*Tevlîbûna hemû dezgehên sivîl li parêzgeha Hesekê di çarçoveya saziyên dewletê de.
*Wergirtina hikûmetê ji hemû dergehên sînorî û kêlgehên petrol û xazê re li deverê.
*Tevlîkirina hemû endamên leşkerî û ewlehî yên HSDê bo Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Sûriyê bi awayekî takekesî piştî pişkinînên ewlehî yên pêwîst, û pêşkêşkirina pileyên leşkerî yên guncaw bo wan li gel parastina taybetmendiya deverên Kurdî.
*HSD pabendiyê bi tevlînekirina paşmayên rêjîma hilweşiyayî bo nava hêzên xwe dike û radestkirina lîsteyekê bi navên efserên paşmayên rêjîma helweşiyayî yên ku li deverên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dimînin.
*Derxistina mersûmekê ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji posta parêzgarê Hesekê re, weke gerentiyekê ji beşdariya siyasî û nûneratiya xwecihî re.
*Valakirina Kobaniyê ji çekên giran û avakirina hêzeke ewlehî ji xelkê bajêr û hiştina hêzekê ji polîsên xwecihî ku bi awayekî rêveberî bi ser Wezareta Navxwe ya Sûriyê ve be.
*Tevlîkirina rêveberî û hêzên berpirs di ber doseyên girtî û kampên DAIŞê de bo hikûmeta Sûriyê da ku hikûmet berpirsyaretiya yasayî û ewlehî ya wan dezgehan li xwe bigire.
*Pejrandina lîsteyekê ji fermandariya HSDê ji bo destnîşankirina wan di postên bilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di çarçoveya dewleta navendî de ji bo gerentîkirina hevpariya niştîmanî.
*Pêşwazîkirin li mersûma serokatiyê ya jimare 13 a 2026an a ku danpêdanê bi mafên çandî û zimanê Kurdî dike û çareserkirina dozên yasayî û sivîl ên kesên mektûm û vegerandina mafên xawindariyê yên ji bi dehên salan ve rawestiyayî mane.
*Pabendbûna HSD bi derxistina hemû fermandar û endamên PKK ên ne Sûrî derveyî sînorê Sûriyê ji bo gerentîkirina serweriyê û seqmgîriya dewrûberê.
*Dewleta Sûriyê pabendiyê bi rûbirûbûna terorê weke endamekî kara di Hevpeymaniya Navdewletî de bi hemahingî li gel Emrîka dike ji bo gerentîkirina ewlehî û aramiya deverê.
*Kar ji bo lihevtêgihiştinan derbarê vegera ewleh û birûmet a xelkê Efrîn û Şêx Meqsûdê bo warê wan.