ENKS pêşwaziyê li biryar Ehmed El-Şeri' dike: "Gaveke erênî ye"

ENKS pêşwaziyê li biryar Ehmed El-Şeri' dike:

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, pêşwazî li biryara serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' ya taybet bi Kurdan kir û got gaveke erênî ye.

ENKS di daxuyaniya xwe de, da zanîn, bi rihetiyeke mezin me biryara serokê Sûriyê ya derbarê mafên Kurdan wergirt, ku weke nêzîkbûneke fermî û eşkere behsa mafên Kurdan dike.

ENKS, got, jinavbirina encamên Serjimêriya Awerte, rê û rêkarek e ji bo rakirina stemkariyên dîrokî li ser bi dehê hezaran welatiyên Kurd e, her weha destnîşankirina Newrozê ku cejneke netewî ya gelê Kurd e weke cejneke niştîmanî li Sûriyê, gaveke girîng e.

ENKS tekez kir ku tişta li biryarê hatiye rêyeke giştî û dadperwer a doza Kurdî ye, ku weke dozeke siyasî û niştmanî ye, divê çareseriyeke kûr jê re li ser bingeha danpêdan bi mafên netewî û gerantîkirina hevpariya rasteqîne di avakirina welêt de, were kirin. 

ENKS, diyar kir, ku ev biryar ji bo destpêkirina diyalogeke cidî û berpirsiyarene di navbera Hikûmeta Sûriyê û şanda Kurdî ya hevbeş de, weke bingeh e, da ku bigihin çareseriyan domdar, tê de danpêdan di destûrê li ser mafên rewşenbîrî, ziman, netewî û siyasî yên gelê Kurd di çarçoveya welatekî demokrat, pireng û nenavendî de were kirin, her weha pêwîst dibîne ku divê bazneya diyalogê ji bo qonaxeke nû hebe tê de danpêdan bi mafên hemû pêkhateyan were kirin.

*Banga pabendbûna agirbestê

Li ser şerûpevçûnên rû didin, ENKS banga rawestandina şer bi rêya agirbestê kir, û banga pabendbûna bi agirbesta îro kir, û weke derfet ji bo kûrkirina diyaloga siyasî û niştîmanî ji bo çareserkirina hemû dozên niştîmanî were dîtin, û bihêzkirina aştiya civakî û yekîtiya welêt li ser bingehên dadperwer, tê de mafên hemûyan, wek kes û pêkhate, werin parstin.