Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Ehmed El-Şeri’ wergirt

Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Ehmed El-Şeri’ wergirt

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de li gel El-Şeri’ tekezî li ser pêwîstiya gerentîkirina mafên gelê Kurd kir.

Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ wergirt.

Baregeha Barzanî ragihand, di pêwendiyê de behsa dawîn pêşhateyên li Sûriyê hate kirin, û El-Şeri’ behsa naveroka rêkeftina li gel HSD kir.

Her weha tekezî li ser berçavgirtina mafên Kurdan û parastina wan li Sûriyê û çareserkirina kêşe û nakokiyan li gorî rêkeftinên îmzekirî, kir.

Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya gerentîkirina mafên gelê Kurd kir.

*"Gaveke rast e"

Serok Barzanî derbarê mersûma Serokê Sûriyê ya girêdayî mafên Kurdan got, gaveke rast e û dikare ji bo mafên Kurdan li Sûriyê bibe bingeheke xurt û erênî.