Dr. Ebdulhekîm Beşar: Doza me li Şamê çareser dibe û Emerîka nema piştevanê HSD ye

Welat TV - Hewlêr

Cîgirê Serokê Itîlafê û şirovekarê siyasî Dr. Ebdulhekîm Beşar got, kar û erkê HSD li Sûriyê bi dawî bû û Emerîka nema piştevaiya wê dike.

Dr. Ebdulhekîm Beşar di çarçoveya beşdariya xwe di bernameya Rojeva Welat de got, ji destpêkê ve me tekez dikir ku çûna HSD bo bajar û deverên Erebî şaşîtî bû, û kuştina ciwanên me li wan deveran ne di berjewendiya me de ye.

*HSD û ENKS berpirs in

Dr. Ebdulhekîm Beşar diyar kir, HSD di ber her encamekê de berpirs e, ji ber ku biryarên xwe tenê bi mejiyê leşkerî distandin, û xwendinek ji pêşerojê re nedikir.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, got, di heman demê ENKS jî weke aliyekî siyasî, berpirs e, ji ber ku bêdeng ma, û diviyabû xwedî helwest ba û ji raya giştî re her tiştek zelal kiriba, ji şerê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ENKS ve bêdeng e.

*Doza Kurdî li Şamê çareser dibe

Dr. Ebdulhekîm Beşar tekez kir, doza me li Şamê çareser dibe, û divê em li Şamê bin ne li Qamişlo, ji ber ku çespandina mafan li Şamê ye lewma divê baregeha ENKS ya serekî li Şamê be.

Dr. Ebdulhekîm Beşar behsa biryara serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz, ya derbarê Kurdan kir û got, gaveke dîrokî ye lê divê di destûrê de were çespandin.

*Pêşmergeyên Roj

Dr. Ebdulhekîm Beşar got, HSD nehişt hêzên Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê, bi behaneya ku nabe du hêzê hebin di heman demê heman tiştî ji Şamê dixwaze ku du artêş hebin. Hêzên Pêşmergeyên Roj weke rûpela spî, dîrok û xebata wan spî û birûmet e, û ez ne bawer im Emerîka û Sûriyê dê bibin rêgir li pêş vegera wan.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, di dawiya axftina xwe de got, nameya min bo xelkê Efrînê ye vegerin ser cî û warên xwe, û êdî bes e koçberî û penaberî.