Fransa: Em ê ji Kurdan re dilsoz bimînin
Welat TV - Hewlêr
Fransa pêşwazî li rêkeftina rawestandina şer a Hikûmetê û HSD kir û got ew ê ji Kurdan re dilsoz bimîne.
Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de ragihand, ew pêşwaziyê li rêkeftina rawestandina şer a ku di navbera Serokê Sûriyê û fermandarê HSD de hatiye îmzekirin, dike.
Wezaretê got jî, Fransa dê ji hevalbendên xwe yên Kurd dilsoz bimîne re, û piştgiriya yekbûn û selametiya xaka Sûriyê dike.
Wezareta Derve ya Fransa bang li hemû aliyan kir ku bi rêkeftina rawestandina şer pabend bin.
►Her weha bixwîne.. 14 xalan li xwe digire.. Rêkeftina rawestandina şer di navbera HSD û hikûmetê de