Mesrûr Barzanî li Swîsrayê beşdariyê di korbenda Davos de dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berê xwe dide Swîsrayê û beşdariyê di korbenda Davos de dike Îro 19ê Çileya 2026an.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya balafirxaneya Hewlêrê re, berê xwe da Swîsrayê da ku beşdariyê di bi Korbenda Abûriyê ya Cîhanî de dike.
Di çarçoveya karûbarên korbendê de, biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zincîrek civîn û hevdîtin li gel berpirsên pilebilind ê cîhanê li dar bixe.
Naveroka wan civînan li ser, bihêzkirina asoyên, hevpariya abûrî û dîplomasî li gel hevalbenên navdewltî, her weha rewş û pêşhateyên dawiyê li Iraq û deverê gotûbîj bike.