Fîdan û Barrack li Enqerê civiyan

Fîdan û Barrack li Enqerê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê û Balyozê Emerîka li Turkiyê civiyan.

Wezareta Derve ya Turkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Hakan Fîdan û Tom Barrack li Enqerê civiyan.

Daxuyaniyê bi tenê behsa lidarxistina civînê kir bê ku tu hûrgiliyan derbarê wê belav bike.

Ev civîn tê di demekê de ku şerûpevçûn di navbera HSD û hêzên hikûmetê de li hin deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

►Her weha bixwîne.. Artêşa Iraqê li ser sînorê Sûriyê ketiye amadebeşiyê