Serok Barzanî û Ehmed El-Şeri’ axivîn
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî di pêwendiyeke telefonî de li gel El-Şeri’ tekezî li ser pêwîstiya parastina mafên miletê Kurd kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de got, Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ wergirt.
El-Şeri’ behsa dawîn pêşhateyên li Sûriyê û rêkeftina li gel HSD kir. Serok Barzanî di pêwendiyê de, tekezî li ser helwesta xwe ya piştgir ji pêkanîna aştiyê re kir, her weha tekezî li ser pêwîstiya parastina maf û rûmeta miletê Kurd kir.
Ji aliyê xwe ve jî serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de got, El-Şeri’ di pêwendiya telefonî de li gel Serok Barzanî tekezî li ser parastina mafên Kurdan di nav de mafên niştîmanî, siyasî û sivîl kir.