Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê tekeziyê li ser aştiyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî serdana Vatîkanê kir û li gel Papa Liyoyê 14em civiya.
Bargeha Barzanî di daxuyaniyekê de da zanîn, îro 21ê Çileya 2026an, Serok Barzanî serdana Vatîkanê kir, û li gel Papayê Vatîkan Liyoyê 14em civiya.
Baregeha Barzanî diyar kir, di civînê de, herdu aliyan, civîn bilind nirxand û weke derfetekê ji bo pevguhertina nerînan derbarê doseyên girîng li ser asta herêmî û navdewletî bi nav kir.
Baregehê da zanîn jî, herdu aliyan hêviyên xwe ji bo peydabûna aştî û seqamgêriyê li hemû cîhanê derbirandin, ku azar û êşên hemû miletan bi dawî werin.
*Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê
Li aliyekî din, Serok Barzanî li gel serokwezîrên Vatîkanê Pîtro Parolînî civiya, tê de serokwezîrên Vatîkanê rola serok Barzanî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê û çespandina aramî û ewlehiyê de li Herêma Kurdistan û Iraqê bilind nirxand.
Li aliyekî din ê civînê, rewşên siyasî û dawîn pêşhateyên li Iraq û deverê û gefên li pêş pêşeroja deverê, nexasim li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.