Birîtaniya: Divê mafên Kurdan li Sûriyê parastî bin

	Birîtaniya: Divê mafên Kurdan li Sûriyê parastî bin

Welat TV - Hewlêr

Birîtaniya ragihand ku rêzgirtina li pêkhateyan bingeha seqamgîriyê ye li Sûriyê û divê tundî rawest e.

Şandiya Taybet a Birîtaniya bo Sûriyê Ann Snow li ser tora”X” da zanîn ku rêzgirtina li hemû pêkhateyên cuda bingeha seqamgîrî û pêşerojeke geş e bo Sûriyê .

Snow diyar kir ku ew pêşwaziyê li agirbesta vê dawiyê li Sûriyê dike lê rewş ta niha ne cîgir e û divê tundî li Sûriyê rawest e.

Snow got jî, divê hemû alî sivîaln biparêzin û pabendiyê bi agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî bikin.

Li gorî Ann Snow, ew di peywendiyeke berdewam de bi hemû aliyan re ne û ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin.

Snow her weha got, di heftiya bûrî de wê li gel hikûmeta Sûriyê parstina mafên Kurdan û beşdariya wan ya rasteqîne di desthilatê de gotûbêj kir.