Mesrûr Barzanî û berpirsên Birîtanî û Holendî tekeziyê li ser bidawîkirina şer dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê zincîrek civîn û hevdîtin li gel berpisên cîhanî û Erebî encam dan tê de tekezî li ser bidawîkirina şer li Sûriyê û parastina mafên Kurdan kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Rawêjkarê Ewlekariya Neteweyî ya Birîtanya Jonathan Powell civiyan, tê de ekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina şerûpevcûnên li Sûriyê hat kirin.

Mesrûr Barzanî û Jonathan Powell Her du aliyan jî amaje bi şerê terorê kir û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê hat kirin.

Di civîneke din e, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrên Holendayê Dick Schoofli Davosê civiyan.

Herdu aliyan ji ber şerê li Sûriyê dilgiraniya xwe nîşan da û tekezî li ser bidawîkirina şer û parastin û gerantîkirina mafên gelê Kurd û tavaya pêkhateyên Sûriyê kir.