Mesrûr Barzanî û berpirsên Erebî: Divê mafên Kurdan parastî bin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê zincîrek civîn û hevdîtin li gel berpisên cîhanî û Erebî encam dan tê de tekezî li ser bidawîkirina şer li Sûriyê û parastina mafên Kurdan kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrên Libnanê Newaf Selam li Davosê civiyan. Civînê tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Sûriyê û bidawîkirina şerûpevcûnên kir.

Mesrûr Barzanî û Selam tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir tê de rêz li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyan were girtin.

Di civîneke din de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeke welatê Behrênê li Dovosê civiyan.

Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya bicîkirina aştî û aramiyê, bidawîkirina şerê li Sûriyê û rêzgirtin li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhateyan kir.