Emerîka girtiyên DAIŞê ji Sûriyê vediguhêze Iraqê

Emerîka girtiyên DAIŞê ji Sûriyê vediguhêze Iraqê

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya Navendî ya Emerîkî CENTCOM ragihand ku wê dest bi veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞê Bakurê Rojhilatê Sûriyê bo Iraqê kiriye.

CENTCOMê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piroseyê bi veguhestina 150 girtiyên rêxistina terorîst ji Hesekê bo cihekî ewleh li nava xaka Iraqê dest pê kiriye.

Li gorî CENTCOMê, tê pêşbînîkirin ku ew 7 hezar girtiyên DAIŞê ji Sûriyê veguhêzin girtîgehine bin kontirola hikûmeta Iraqê.

Di vê derbarê de, Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper got ku ew li gel hevparên xwe yên herêmî di hemahingiyê de ne ji bo asankirina piroseya veguhestinê bi awayekî ewleh û girtina rê li pêş reva wan girtiyan.

Li ser vê mijarê, berpirsekî Emerîkî ji ragihandina Erebî re da zanîn ku dibe piroseya veguhestina girtiyên DAIŞê di çend rojan de temam bibe.

*"Sûriyê pêşwaziyê dike"

Jêderekê di Wezareta Derve ya Sûriyê de jî got ku ew pêşwziyê li veguhestina girtiyên DAIŞê dikin û ew pabend in bi pêşkêşkirina piştevaniyê ji bo misogerkirina serkeftina wê piroseyê.

Li gorî wê jêderê, veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyê gaveke giring e ji bo bihêzkirina aramî û seqamgîriya deverê.

*Iraq ketiye amadebaşiyê

Piroseya veguhestinê tê di demekê de ku hikûmeta Iraqê ketiye amadebaşiyê li ser sînorê xwe bi Sûriyê re, ku di van çend rojên bûrî de, Serokwezîrê Iraq, Wezîrê Navxwe û Serokerkanê Iraqê serdana sînorê Iraqî – Sûrî kir û rewşa ewlehî ji nêzîk ve şopand.

Derdora 9 hezar girtiyên DAIŞê di zindanên di bin kontirola HSDê de hebûn, lê piştî şerûpevçûnên vê dawiyê piraniya wan zindana ji bin kontirola HSDê derketin û ketin bin kontirola hikûmeta Sûriyê.