Îtalya rola Serok Barzanî di dûrxistina gelê Kurd ji karesatan de bilind dinirxîne

Îtalya rola Serok Barzanî di dûrxistina gelê Kurd ji karesatan de bilind dinirxîne

Welat TV - Hewlêr 

Di çarçoveya serdana xwe bo Îtalya, Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalya Entoniyo Tayanî civiyan.

Baregeha Barzanî naveroka civînê diyar kir û got, rewş û pêşhatên Sûriyê û metirsiyên vegera DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, tekezî li diyalogê û dûr ji şer û aloziyan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.

*Rola Serok Barzanî

Wezîrê Derve yê Îtalya rola Serok Barzanî di bicîkirina aştî û aramiyê li Sûriyê û dûrxistina gelê Kurd ji karesatan, bilind nirxandin, her weha amaje bi rola serok Barzanî di parastina pêkvejiyan û seqamgriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê, kir.

*Peywendiyên dualî

Li aliyekî din, peywendiyên dualî di navbera gel Kurdistanê û Îtalya û bihêzkirina wan peywendiyan di hemû waran de hatin gotûbêjkirin, û wezîrê derve tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji hikûmet û gelê Kurdistanê re kir.