Herêma Kurdistanê û Fransa tekeziyê li ser gerentîkirina mafên gelê Kurd li Sûriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransa banga bidawîkirina şer li Sûriyê û gerentîkirina mafên gelê Kurd kir.
Îro Mesror Barzanî û Jean-Noël Barrot li Davosê civiyan, Barrot silavên Serokê Fransa Emmanuel Macron gihandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çawaniya bihêzkirina peywendiyên dostaniya dîrokî ya Herêma Kurdistanê û Fransa hat gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku wan giringiyeke taybet da gurbûna leşkerî li Sûriyê û dilgiraniya xwe ji şerûpevçûnên ku gefê li seqmgîriya deverê dixwin û hişyariya bihêzbûna terorîstên DAIŞê derdixe holê, nîşan da.
Serokê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku ew hevnerîn bûn li ser giringiya bidawîbûna şeran bi rêya diyalog û danûstandinê, ku mafên gelê Kurd û pêkhateyan din li Sûriyê gerentî bikin.