Serok Barzanî: Hemû hewlan didin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî bin

Serok Barzanî: Hemû hewlan didin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî bin
Serok Barzanî: Hemû hewlan didin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî bin

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî ji Îtalya tekezî ser piştgirya mafên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û gerentîkirina ewlehî û rûmeta wan kir.

Îro Pênşemê 22 Çileya 2026an, Serok Barzanî di çarçoveya hevdîtinên li Îtalya, li gel wezîrê Berevaniyê yê Îtalya Guido Crosetto civiya.

Piştî civînê kongireke rojnamevanî ya hevbeş hate lidarxistin.

Serok Barzanî got ku wî li gel wezîrê Berevaniyê yê Îtalya behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Got jî ku "dilê me li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye" û tekez kir ku ew ê hemû hewlan bide ku ewlehî û rûmeta Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî bin.

Serok Barzanî tekez kir ku Ji bo parastina kerameta Kurdan "em amade ne her tiştî bikin".