Girkê Legê.. Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan digihîne 400 malên derbider
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi pêşkêşkirina alîkariyan li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Îşev û di rewşên keşûhewayê yên zehmet de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 3 barhilgirên alîkariyan ji Qamişlo gihandin Girkê Legê û dest bi pêşkêşkirina alîkariyan bo derbideran kir.
Li gorî amarên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, 400 malbatên derbider li bajarê Girkê Legê hene.
Karmendekî Xêrxwaziya Barzanî ji welat tv re da zanîn ku alîkaî kelûpelên xwarin, petanî, doşek û hemû kelûpelên sereke yên pêwîst bo li xwe digirin".
Her weha tekez kir ku "bi şev jî em xew nakin ta ku em alîkariya hemûyan bikin".
Ta niha li ser erdê bi tenê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya xelkê deverê û derbideran dike, ku duh duyem karwanê wê yê alîkariyan gihişt Qamişlo.
Ji bilî bajarê Qamişlo, tîmên dezgehê dest bi belavkirina alîkariyan li bajarên Dêrik û Girkê Legê dikin.