Qamişlo.. Xêrxwaziya Barzanî xwarin û dermên li ser derbideran belav dike

Qamişlo.. Xêrxwaziya Barzanî xwarin û dermên li ser derbideran belav dike

Welat TV - Hewlêr

Tîmên tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di dermankirina derbiderên nexweş de berdewam in.

Îro 24ê Çileya 2026an, Tîmên tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo derbiderên nexweş ên li bajêr derman kirin û alîkariyên tendirustî ji wan re pêşkêş kirin.

Di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Qamişlo xwarina germ li ser derbideran ên li nava mizgeft û dibistanan de dimînin belav kirin.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yê Duhokê Ebdulwahid Emîn ji Welat TV re ragihand, "Em li ser fermana Serok Bazanî hatine xizmeta Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û tişta ji destê me were em ê bikin".

Emîn got, "Me li du mizgeftan xwarina germ belav kirin, û hemû pêdviyên derbidera em dê dabîn bikin.