HSD: Hikûmeta Sûriyê amadekariyên şerekî li Cizîr û Kobaniyê dike
Welat TV - Hewlêr
HSD ragihand ku hikûmeta Sûriyê amadekariyên leşkerî li deverên Herêmên Cizîr û Kobaniyê dike û diyar kir ew dixwazin deverê ber bi şerekî nû ve bibin.
HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, îro hêzên me li Cizîrê rastî du êrîşan hatin û ev binpêkirin e ji agirbestê re.
HSDê her weha diyar kir, di dema ku hêzên wan di pabendbûna xwe de bi agirbestê berdewam in, hikûmet amadekariyên lêşkerî dike û hewil dide ku agirbest were pûçkirin.
HSDê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar kir ku, kar ji bo gerantîkirina agirbestê bikin û şer dûrî deverê bixin û ewlehiyê biparêzin.
Ji aliyekî din ve jî, HSD ragihand ku îro 2 endamên wê di êrîşa dronekê de li gundê Sefa li gundewarê bajarê Çil Axa birîndar bûne, û wan droneke din li deverê aniye xwarê.
*Moleta agirbestê bi dawî bû
Îşev moleta 4 rojî ya agirbesta di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de bi dawî hat, û Hikûmeta Sûriyê nûçeyên derbarê dirêjkirina moletê red dike.
Rêvebirê Karûbarên Erebî li Wezareta Derve ya Sûriyê Mihemed Taha El-Ehmed di daxuyaniyekê de got, nûçeyên derbarê dirêjkirina moleta ku Hikûmetê daye HSD, nerast in.
Li gorî gotina El-Ehmed, HSD tu bersiveke erênî derbarê derfetên ku Hikûmetê pêşkêş kirine, nedane, û agirbest binpê kiriye. Her weha got, HSD ta niha navên tu berbijêran ji bo postên bilind di dewletê de, pêşkêş nekirine. Hemû bijarde hene û ew aramkirin û diyalogê didine pêş.