UN: Karwanekî alîkariyan ku ji 24 barhilgiran pêk tê bo Kobanî hat şandin
Welat TV - Hewlêr
Netewên Yekbûyî şandina karwanekî alîkariyê mirovî bo Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ragihand.
Nûnerê komisyoma bilind a Karûbarên penaberan li Sûriyê, Gonzalo Vargas losa di daxuyaniyekê de da zanîn, karwanekî alîkariyên mirovî ku ji 24 barhilgiran pêk tê, ji Helebê bo Kobanî hate şandin.
Her weha got, bi hemahingî li gel Hikûmeta Sûriyê, Netewên yekbûyî û rêxistinê ne hikûmî ev alîkarî bo kobanî şandin, ku kelûpelên xwarinê yên sereke û yên hawarçûnê, û sotemeniyê li xwe digire.
►Her weha bixwîne.. Moleta agirbesta di navbera Hikûmetê û HSD de hate dirêjkirin