Agibest di roja xwe ya duyem de ye: "Tê binpêkirin û êrîş tên encamdan"

Agibest di roja xwe ya duyem de ye:

Welat TV - Hewlêr 

Agirbesta 15 rojî ya di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyê de derbasî roja xwe ya duyem dibe.

Di demjimêrên bûrî de şerûpevçûn derketin, û herdu alî hev bi binpêkirina agirbestê û êrîşan tometbar dikin.

*Helwesta HSD

HSD hejmarek daxuyanî belav kirin û got, grûpên Hikûmeta Sûriyê agirbest binpê kir û êrîşeke bejayî û bi topxaneyê li bajarokê Xirab Işkê li başûrê rojhilatê Kobanî encam da, û şer û pevçûnên tund di navbera hêzên HSD û Hikûmetê de derketin.

Her weha got li herêmên Cizîr û Kobanî hejmarek binpêkirin ji agirbestê re çêbûn. Di wan êrîşan de, zarokekî canê xwe ji dest da û 3 endamên heman malbatê birîndar bûn, her weha 4 endamên HSD birîndar bûn.

HSD bang li aliyên gerentor ên agirbestê kir ku destwerdanê bikin û hikûmeta Sûriyê bi temamî pabendî rêkeftinê bibe.

*Helwesta hikûmetê

Ji aliyê xwe ve, artêşa Sûriyê daxuyaniyek belav kir û got, HSD agirbest binpê kiriye û xalên wê li derdora Herêma Kobanî bi bêtirî 25 dronan armanc kirine.

Got jî di encama wan êrîşan de, 4 otombîlên leşkerî yên artêşê hatine têkbirin. Li gorî daxuyaniya artêşa Sûriyê, HSD rêya M4 û gundên derdora wê jî armanc kirin.

24 Çileyê Hikûmeta Sûriyê û HSD ragihandibû ku agirbesta di navbera wan de bo dema 15 rojên din hate dirêjkirin.