Kobanî.. 5 endamên yek malbatê di bombebaranekê de canên xwe ji dest dan
Welat TV - Hewlêr
5 endamên malbatekê li gundekî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, di bombebaranekê de canên xwe ji dest dan.
Îro, 26ê Çileya 2026an, li gundê Xirab Işkê yê gundewarê Kobanî malek rastî bombebaranê hat û di encamê de 5 endamên Malbatê ku di nav wan de zarok jî hene canên xwe ji dest dan.
Ednan Bozan serkirdeyê ENKS, di daxuyaniyekê de ji Welat tv re got, 5 kesên din jî birînar bûne.
Navên her pênc qurbaniyên ku canên xwe ji dest dane ev in: Fatima Osman, Cemîla Osman, Sûlav Reşo Bozan, zarokê bi navên Ce’fer Bozan, û zarokeke din jî.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan da zanîn ku dronekê ew bombebaran encam daye.
Welatiyê bi temen Mistefa Osman ji Xirab Işkê di kurtevîdyoyeke hatî belavkirin de behsa bombebarankirina mala xwe dike û dibêje, hevjîna wî, bûka wî û du zarokên wê, û dayika bûka wî, bûne qurbaniyên vê bombebaranê.