Brîtanya pêşwaziyê li vekirina korîdorên mirovî li Kobanî û Hesekê dike
Welat TV - Hewlêr
Brîtanya pêşwazî li vekirina korîdorên mirovî li Kobanî û Hesekê kir û got, divê hemû alî bi vê yekê pabend bin.
Şandiya Brîtanya bo Sûriyê Ann Snow li ser rûpela xwe ya "X" ragihand, "Brîtanya pêşwaziyê li vekirina korîdorên mirovî bo Kobanî û Hesekê dike, ku alîkariyên mirovî di rêya wan re bigihin, di nav de alîkariyên Brîtaniya jî".
Ann Snow diyar kir, "Hîn rewş metirsîdar e û ew ji hemû aliyan dixwazin rêyan vekin û rêzê li vê yekê bigirin û ev yek pir girîng e ji bo gerantîkirina gihandina alîkariyan bo kesên ku pêdiviyên wan pê heye, her weha ji bo derketina sivîlan".
*Şer e
Hevdemê agirbestê gundên Çil Axa û Kobaniyê rastî êrîşên tund hatin, û şerûpeçûnên giran di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê derketin.
Duh, komkujiyek di gundê Xerab Işk ê Kobaniyê de hat encamdan tê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din ji heman malbatê birîndar bûn.
►Her weha bixwîne:
Naveroka peywendiya telefonî ya Tom Barrack li gel Serok Barzanî
Mesrûr Brazanî û Mezlûm Ebdî hewldanên kêmkirina girjiyan li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
Mûsa Ehmed: Me 165 barhilgir gihandine Qamişlo û hewl ji bo Kobaniyê berdewam in