Malbata Hesam Dorsin: PYDê di ber selametiya wî de berpirs e

Malbata Hesam Dorsin: PYDê di ber selametiya wî de berpirs e

Welat TV - Hewlêr

Malbata Hesam Dorsin, ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê xwest ku wî serbest berdin, û PYDê di ber selametiya wî berpirs dît.

Pîran Dorsin kurê serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dosrin li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê 3yê Adarê ragihand: Ji du rojan ve apê me Hesam li bajarê Dêrikê hatiye revandin, her ziyanek bigihe wî, em PYDê di ber de berpirs dibînin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Nitşmanî ya kurdî li Sûriyê, ENKSê di daxuyaniya xwe de gotibû: Di berdewamiya kiryarên tirsandinê û reftarên dijî sincên mirovî û demokratîk, di dermafê endam û alîgirên me de, grûpeke çekdar ser bi PYDê ve Hesam Dorsin endamê Komîta Herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriya, roja Duşemê 1ê Nîsana 2024an, dema ji karê xwe vedigerî li Dêrikê revand, û otombîla wî bir.

ENKSê bi tundî kiryarên tirsandinê şermezar kirin, û tekezî li ser berdewamiya kar û xebata xwe bo doza kurdî kir her weha bang li Civaka Navdewletî û rêxistinên mafperwerî kir ku sînorekê ji kiryarên PYDê re deynin û wan riswa bikin.

Hesam Dorsin pismamê Behzad Dosrin e, ku ew jî endamê Polîbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ye ji 2012an ve ji aliyê çekdarên PYDê ve revandî ye.

Di 31ê Adarê de rojnamevan Rakan Ehmed û çalakvan Merwan Hisên Liyanî di 1ê Nîsanê li Girkê Legê hatin revandin. Di 2yê Nîsanê de Çekdarên PYDê li bajarê Dêrikê, rojnamevan Ehmed Sofî endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya revand.