Pizîşkekî Kobaniyê zengilê metirsiyê lêdide: 600 hezar kes di dorpêçê de ne

Welat TV - Hewlêr

Pizîşkekî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê zengilê metirsiyê lêda û got, Eger rewş 5 rojên din berdewam bike karesateke mirovî dê li Kobanî çêbibe.

Dr. Bextyar Midris ji bajarê Kobaniyê bû mêvanê Welat TV, got, Ji duh êvarê ve rewş li bajêr û gundewarê wê aram e û şer rawestiyaye.

Dr. Bextyar Midris, got, Niha 4 birîndarên komkujiya mala Bozan li nexweşxaneyên Kobaniyê tên dermankirin û hîn hin term di bin kavilan de ne. Rewşa karta tendirustiyê hestiyar e û kêmbûnek di dermên de heye.

Dr. Bextyar diyar kir, pêdivî niha bi hemû curên dermên li Kobaniyê heye, û eger rewş 5 rojên din berdewam bike karesateke mirovî mezin dê li Kobanî çêbibe, ji ber ku dorpêçkirî ye.

*"600 hezar kes li bajêr in" 

Dr. Bextyar Midris, da zanîn, ji bilî nişteciyên nbajêr, niha 200 hezar kes ji gundan derbiderî navenda bajêr bûne û di dibistan û avahiyan de, dijîn, bi giştî 600 hezar kes li pêş karesatên rasteqîne ne, ji ber ku hejmareke mezin ji derbiderên Efrînê yên li Tebqa û Reqa jî hatine Kobaniyê.

Derbarê çûna alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî. Dr. Bextyar diyar kir ku ne di asta pêwîst de bû, û pêdiviya beşekî mezin bi cî nekirin û divê dorpêç vebe.