Lindsey Graham: Vê hefteyê pirojeyasayekê ji bo parastina Kurdan li Sûriyê pêşkêş dikim
Welat TV - Hewlêr
Endamê Encûmena Pîran a Emerîkî Lindsey Graham yê nêzîkî serokê Emerîka Donald Trump da zanîn ku hikûmeta nû ya Sûriyê gefê li Kurdan dixwe û ew ê pirojeyasayekê pêşkêş bike ji bo sepandina sizayan li ser her aliyekî ku şerê Kurdan dike.
Lindsey Graham li ser tora ”X” da zanîn ku ew bi dilgiranî xerabûna rewşê li Sûriyê dişopîne, ku hikûmeta nû ya Sûriyê ya hevpar bi Turkiyê re gefê li Kurdan dixwe.
Graham got ku destjêberdana ji Kurdan, hevparê sereke yê Emerîka di şikandina DAIŞê de, dê karesatî be li ser navê Emerîka û berjewendiyên wê yên ewlehî niştîmanî.
Lindsey Graham diyar kir ku ew ê vê heftetê pirojeyasayekê pêşkêş bike bi armanca sepandina sizayên tund li ser her hikûmetek an grûpeke ku êrîşî Kurdan dike.
Graham got jî ku ew bawer dike herdu partiyên sereke li Emerîka (Partiya Komarî û ya Demokrasî) dê piştevaniya yasaya rizgarkirina Kurdan bikin û divê ew yasa xalên kara li xwe bigire ji bo misogerkirina bicîkirina wê.
Watching the deteriorating situation in Syria with great concern. The Kurds are under threat from the new Syrian government that is aligned with Turkey.
— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) January 27, 2026
It would be a disaster for America’s reputation and national security interests to abandon the Kurds, who were the chief ally…