El-Şeri´ û Putin li Mosko peywendiyên dualî gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ û serokê Rûsiya Vladimir putin li Mosko dicivin.
Kirimlên di daxuyaniyekê de ragihand ku Vladimir Putin û Ehmed El-Şeri´ sibe li Mosko paytexta Rûsiya dicivin.
Li gorî daxuyaniyê, Putin û El-Şeri´ dê asoyên peywendiyên dualî û rewşa Rojhilata navîn gotûbêj bikin.
Ji aliyê xwe ve, serokatiya Sûriyê ta niha tu daxuyanî di vê derbarê de dernexistine.
15ê Cotmeha bûrî, El-Şeri´ û Putin li Mosko civiyan, di civînê de, serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz got ku ew bi hemû rêkeftinên di navbera Sûriyê û Rûsiya de pabend in.