UN: 170.000 kes ji ber şerûpevçûnên Heleb, Hesekê û Reqayê derbider bûne

UN: 170.000 kes ji ber şerûpevçûnên Heleb, Hesekê û Reqayê derbider bûne

Welat TV - Hewlêr

Netewên Yekbûyî (UN) ragihand ku li Parêzgehên Hesekê, Reqa û Helebê, bêtirî 170 hezar kesî derbider bûne.

Ofîsa Netewên Yekbûyî bo Kaarûbarên Mirovî, OCHA, di daxuyaniyekê de got bi sedema şerûpevçûnên vê dawiyê, ji 6ê Brçileyê ve, li Heleb, Hesekê û Reqayê Bêtirî 170 hezar kesî derbider bûne.

Li gorî OCHA, rewş hîn li Hesekê necîgîr e, hevdemê hebûna raportan derbarê derbideriya malbatan ji başûrê bajarê Hesekê berev bajarokê Şedadê.

Daxuyaniyê diyar kir, Netewên yekbûyî û hevparên wê yê warê mirovî, di bersivdana mirovî de li bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam in, û amaje kir ku karwanekî alîkariyan gihiştiye bajarê Qamişlo.