Serkirdeyekî PDK-Sê: Şandeke ENKSê diçe Şamê
Welat TV - Hewlêr
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê, Nafih Ebdulah ji Welat TV re da zanîn ku şandeke ENKS dê serdana Şamê bike.
Duh 27ê Çileya 2026an, Ebdulah diyar kir, ku serdan dê ji bo giftûgoyan li gel hikûmetê derbarê çespandina mafên Kurdan di pêşeroja Sûriyê be.
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê Nafih Ebdulah da zanîn, ku hikûmetê, ENKS vexwendî serdana Şamê kiriye û encûmen amadekariyên serdanê dike.
*"Dem ne destnîşankirî ye"
Nafih Ebdulah diyar kir ku ew şand dê giftugoyan ji bo çespandina mafên Kurdan di pêşeroja Sûriyê de bike.
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê Nafih Ebdulah heta niha dema çûnê nehatiye destnîşandkirin. Piştî demekê ji şerûpevçûnan, cereke din behsa hevdîtinan di navbera aliyên Kurdî û hikûmeta veguhêz de tê kirin, hevdîtinên siyasî dê di navbera ENKS û hikûmetê de bin û yên leşkerî di navbera HSDê û hikûmetê de ne.