El-Şeri´ ji Mosko: Rola Rûsiya li Sûriyê giring e
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ li gel Serokê Rûsya Viladîmîr Putîn li Mosko civiya.
Îro çarşemê El-Şeri’ bi seredaneke fermî digişhe Mosko û li gel Pûtîn civiya.
Di civîna El-Şeri´ û Putin de, Wezîrên Berevanî û Derve yên Sûriyê û Wezîrê Derve yê Rûsiya beşdar bûn.
Di hevdîtinê de, herdu aliyan peywendiyên dualî û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku wan behsa gelek hûrgiliyan derbarê mijarên hevbeş kir û rola Rûsiya li Sûriyê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Putin da zanîn ku peywendiyên Rûsiya û Sûriyê dîrokî ne û ew rijd in li ser pêşxistina wan.