Gundewarê Kobaniyê.. 3 kesan ji ber teqîna paşmayên şer canên xwe ji dest dan

Gundewarê Kobaniyê.. 3 kesan ji ber teqîna paşmayên şer canên xwe ji dest dan

Welat TV - Hewlêr

3 Kesan li gundewarê Kobaniyê ji ber teqîna paşmayên şer canên xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, li derdora bendava Tişrînê û pira Qeraqozaqê li gundewarê Kobaniyê 3 welatiyan canên xwe ji ber teqîna paşmayên şer ji dest dan.

Li gorî amarên Rewangehê ji destpêka sala 2026an ve ji ber teqîna paşmayên şer li deverên cuda yên Sûriyê 20 kesan canên xwe ji dest dane û 15 jî birîndar bûne.

*Her weha bixwîne.. Heyva Sor a Kurdî bo Welat TV: Ji ber sermayê 4 zarokan li Kobaniyê jiyana xwe ji dest da